Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Qewmekan bew zate wa hukmî le ser behr û berr e Berxe nêrê ger nenêrê her kesê xawen merr e Dêm be gijya eydirrim ger fîl mîslî şêrî nerr e Ba neqewmêt û nezanin em hemû şorr û şerr e Gişt le ser berxî şel û kawirrî lerr û biznî gerr e 2 Be Marif Beg billên qet‘î mi‘aşî min neka çak e Zimanî min ke bo e‘da weku marêkî zuhhak e Hîca mezmûm e tu Xua lêm gerrên ba tobe neşkênim Wela tulqû bî eydîkum xerez bo def‘î îhlak e Me‘aşî mangî kanûn û şubatim tabekey nada Ke azarî Reza ‘eynî simûm tehsîlî tiryak e 3 Ya herfî nîda ye ehmeq terxîm e Munaday mef‘ul me‘rîfey mîm e 4 Ker û mekteblî herdû mef‘ul in Fî‘l û fa‘ilî herdû mechul in Hîmar le herhall ew salle û sall e Bellam mekteblî da’îm be fall e 5 Bed e ab û heway Qel‘edize Ke segîşî le ‘umrî xoy werriz e Milî ehlî le ber lerrî û çirçî Herweku kêrî pîrî pişt le kuz e 6 To ke xot meylî cinêwbazî dekey şêx Salih Bo dekey serzeniştî min ke Reza heccaw e Xayetî bende, cinêwim be dû sê kes dabê To heta êsta be qurban be hezarit dawe 7 Hemey Westa Fetah sed barekellla lem ser û rîşe Ke giwêdirêjê be tenha çon eba em bare qamîşe Le sed batman xurî ziyatir nebî kemtir nîye weznî Serit çonî hellegrî min serim surrmaw e lem îşe 8 şêx Reza pîr bûwe rûy meclîsî yaranî nîye Taqetî keşmekeş û gerdişî şaranî nîye Des be goçan degerrê êste le ber zî‘fî wicûd Metreqe ser zilekey qiwetî caranî nîye 9 Pîrîy be tenya rehmet e Pîrî û feqîrî zehmet e Pîrêkî wa gewrem heye Derheq be min kem hîmmet e 10 şêx Mustefa le zimrey ewladî Murteza ye Her kes ke xesmî ew bê deygêm lelam xeza ye Hacî Resullî Zade mef‘ulî şêx Reza ye Reza be narezayî wek marî bêreza ye 11 Pîr ke kokî û netirrî dûr e le mirdin hêşta Wirde ahengî diway koke nîşaney ecel e Pîr ke kokî û tirrî dengî wek bare zele şahîdî mu‘teberim îzzetî me‘mûrî tel e 12 Ew mirîşk û kelleşêre ke witim bînêre Dûy le rê mird û yekêkî be nexoşî lêre şew hemû des be du‘a bûyn le wextî sehera Kelleşêr emrî Xuday kird û witim way şêr e 13 Her kesê nawî Mela Ezîz e Bin gunî dayim be gîzegîz e Be xoy gewwad û jinekey hîz e Xwardinî gû we û şerbetî mîz e 14 Dewrî Wesman Beg le Koye jin nema neygên bebe Nîsbetî Koye legell min nîsbetî îbne û eb e Elxerez sozanî û zanî le koyî çatir in Muxteser çak e qise, kûnî be, koyî mebe 15 Bûm be mîwanî Se‘îd Axay Wêlle Her binî naxûnêkî sed fêll e Le ser û sûretî ‘eceb mawim Em qurrimsaxe gemall e ya dêll e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz