Merbût e heyatim be Suleymanî û xakî
Xozgem be segî qapiyekey Ehmedî kakî
Ew qudwetî sadat e ke sukkanî semawat
şerryane le ser secde le ber merqedî pakî
Ew merqedî wallaye ke wek ‘erşî mu‘ella
Mehfûz e be ziwwarî melek dewrî şubakî
Bo dest û ‘esa nazgekey, dax e derûnim
Qurbanî ‘esay destî bim sol û sîwakî
Dunya le diway hezretî şêx jêr û zeber bê
Wek tacî Key û camî Cem û textî Zuhakî
Derheq be hefîdanî edeb lazim e zînhar
Qurbanî hefîdanî de bim babîy û dakî
Bem halle perêşanewe baz eşhedu bîlla
şî‘rit tereb engêz e Reza şa‘irî çakî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön