Eme sê roj e ke sergeşte û heyran degerrêm
Kêm heye xeyrî welî nî‘metî ferxunde şî‘ar
Ye‘nî hem namî nebî hezretî Ehmed Paşa
Fexrî dîn kanî heya behrî kerem kohî wîqar
Medhî îhsanî bikem, hîlmî bikem, ‘edlî bikem
Be Xua xaric e ewsafî hemîdey le şumar
Kefî zerrbexşî kewa menbe‘î durr û gewher e
Mîslî behrêk e ne sahilî bêt û ne kenar
Teb‘î cewad û kerîm herweku Qa‘anî dellê
Zer bê qentar hemî bexşed û uştir bê qetar
Ta weku dewr bikat û bigerrê çerx û felek
Ta weku dêt û deçê bêt û biçê leyl û nehar
Be miradî bigerrê şems û qemer çerx û felek
Zefer û fethî qerîn bextî mu‘în tali‘î yar
Re‘îy ew ba‘îsî tenzîmî umûrat e welê
Bo kurey ‘alemî îmkan bûwete qutbî medar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön