Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
(Le nêwan şêx Rezay Tallebanî û Emîn Feyzî Beg da şî‘rekanî şêx Reza bo Emîn Feyzî Beg) Ke teşrîfî şerîfî hat Emîn Feyzî be mêwanî Le ‘uhdey şukrî dernaçim meger xom kem be qurbanî Be xatem ger Suleymanî dekird wek min emîn key bû Nigînî min emînîş e le say Feyzî Silêmanî (Em şî‘raney xwarewe le layen Mamosta Mihemed Mistefa Heme Borewe kirawin be kurdî): çi keramet, çi xarîqul ‘ade Ciqle çatir le kewll û succade Witeyî min kelik û hem kurt e Bo bitî sade babetî sad e Gerçî natwanim le zewî rabim Hînd le cerm û zebûn û uftade Ger billên pêm heye le Bexdada Saderûyî letîf û begzade Weku gerdî evînî dîdarî Min be serser ke rûm le Bexdad e Rû be mizgewt neşîm be dû hengaw Biçime meyxane tund im û amade Meşirebim meşirebî Emîn Feyzî Le dû gêtî ke herdû azad e Ey Reza ta be merg bike rendî Eme ye dewlletî Xuda dade Lay dana le nawî Emîn Feyzî da Aşkira ye le hunerî hîca da Nîşane ye bo yekêtîy min û to Le nawî namîta zîyad û kemî kiwa? Be ebced bîjmêrî legell Reza da çi ‘ecayib ke be bûnî to binazê Bexdad Her be bûnî to ye asoy dû cihan îsti‘dad Zerre bew naçîziye tacî evîn defirrênê Ger le ray roşinî to bê tu bika îstimdad Yarî min wa bo sefer pêy naye naw mallî rîkab Xaneyî zînî muzeyyen kird û xaney min xerab Xellkî xoryan katî êware ke lê awa ebê Min beyanî zû le çawanim ke win bû afitab Wam lê hatuwe le dûrîy kake Emîn çep û rastim nezanim kamen û çi în Wa deka bext ke her nebînmewe yar Ta bixendim be zeman û be zemîn çend errêjim be yadî dûrîy to eşik çend ebim min le dewrî towe xemgîn Ta xemêkim be fêll ke çare dekem Hî tirim ser deden ke çûn e kemîn Mestî badem be camî feyzî towe Weku ‘îsa le feyz ruhîl emîn Sallehay dirêj her baqî bê Be selamet Emînî ême, amîn Nîştecê mumtaz û bo geşitîş to mumtaz hatîyewe Ewell û axir Emîn Feyzî to mumtaz hatîyewe Ustadî qise, pîrî wite, mîrî suxen toy Watagerî û rahnumay toy û pesen toy Toy kanî kemalatî Emîn Feyzî Efendî Kogay rûş û ciwanî Huseynîş û Hesen toy Meşrebit xoş û lehcet şîrîn e Gewherîn demte, kan û gencîn e Fîkrî bîkrit ke beynî beynella Totya û şîleyî nîgarîn e Textî Belqîs û rayexî ciwanî Herdû boy mareyî nîhanî ne Eme şî‘ir nîye bo nawbang bê Eme şî‘ir nîye, ‘uqdey perwîn e Nîweballêkî bîrî ‘tar e Ke ‘eceb awdar û rengîn e çi ‘eceb ger billêm le tezmînî Hunerêkî şî‘ir ke tezmîn e çi be wate giran û sûk hellbest Eme ye sehlî mumtenî‘ bîne Ta be zerbul mîslî kewa deyllên Ke serencam du‘a her amîn e Xatirit şad bê Emîn Feyzî çunke deryayî daniş û dîn e Duşminit xaksar û tûna bê Ewe jêrkewtî le‘n û nefrîn e Fezill zatî Reza le Yezdan e Ne lewan şa‘îranî xudbîn e Erê ey hunermend to yarî qedîm î Toy le bo xusrewan şayanî nedîm î Be hîkmet nameket razandotewe Le wê da ke to wa dadwerî hekîm î Lewewe nawî bote Heway Nesîmî Ke geşey giyan eda heway nesîmî Be daniş çi hawtay etom her nedîwe Meger cewrî ferd û durrî yetîm î Detewê seferê le Yemen dûritir ke Ey Emîn Feyzî to le dillma muqîm î Le towî xamet û le naw henawî qîrtas Akamî hênd benirx e girantir in le ellmas Le rûperrey mu‘cîze da zorî wek Meryem Le baweşyan nawe mindallî ‘îsewî enfas Kar geyîye cêye kewa min to ey Emîn Feyzî Bikem be Cibra‘îlî Emîn le rûyî qîyas Hezar sall ger bimênî, ewe key ‘acibatî ye Bo şer nîn ke aya Xidrî zînde û îlyas Raburd lem willate ‘umrî Reza be herzeyî Derya xo gunahî û begerdî pûçe îflas Emîn Feyzî le yad û bîrkirdinî şêx Reza da em şî‘rey wek name bo narduwe. şî‘reke kurdî ye: Dill le ‘eşq û derdî dûrîy to xerîkî biyanû we Mewsîmî bos û kenarî nêwçewan û zanû we ‘Eynî darî gendell e cestem le ber narî fîraq Bo se‘atî dîdenît pirr siklle herwek kiwanû we Ba le ke‘beş bim dillim her ma‘îlî bitxane ye Bo bonî rût murix asa çaweçawî danû we Te‘nî naheq narrewa ye wam le ser ‘ehdî qedîm Wa le kin to û toy tîya, dill îke nem dorranduwe Min le feyzî towe ye bem mîhneteş hêşta rezam Bote serbarim gilet cerg û dillmî birijanduwe çiwarîneyekî kurdîy sêdêrrîy Emîn Feyzî ye û çiwaremî şêx Reza tewawî kirduwe: Meger weqtê muradî min be cê bê Xirîngey pawaney zîwî Xecê bê Ewendem gut Reza derdestke fermûy Billê Feyzî le cê bêt û le cê bê şî‘rêkî yekbeytîy turkî. Nîwedêrrî yekemî şêx Rreza ye û nîwey duwemî Emîn Feyzî: Dewlletin sadiqesî çoq yaşe paşa Kîmse olmaz sene manend muadil haşa Em beyte farisîyeş be heman şêwey şî‘rî pêşû: întizamê hemê ‘alem be întizamêl ‘ulam est în suxen mezher tesdîqê cemî‘ê hukema est çiwarîneyekî Emîn Feyzî Beg be turkî ke bo şêx Rezay narduwe supasî ekat bo ew şî‘raney boy nardibû: Wasil oldî destime aşar kiz Pek guzeldir guxrîsî afkar kiz Xirq nur mefxeret oldiq o gun çoq şikir bu ebd bî miqdar kiz

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz