Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Seru û ney çîn ke legell qametî to bêne neberd şekerî xwarduwe ney seru serî dawe le berd Ger delîlî weku nuqtey dehenit nebiwaye Minîş înkarim ekird wek hukema cewherî ferd Lêy deparrêmewe ey ruhî rewanim tu Xua çî ye dermanî dillim pêm dellê: Laço dill e derd 2 Gerçî Mîranî Xidir Beg muddetêk qur‘ey neda Par le Xoşnaw qur‘eyan kêşa û gelêkyan pêwe kird 3 Wextê Nacî rût kira wek şêrî nerr cengî ekird Gahgahêkîş le tirsan wirdeahengî ekird 4 Heyderî Kerrrarr e yaxo Xalîdî îbnî Welîd Rostemêk e rojî de‘wa beynî beynella Hemîd 5 Qurbanî pelî bim ke pelî Hempelî pel kird Xoy û segekey herdû be carê şeq û şel kird 6 Gû be rîşî tenikî ‘Ebdurehman Begî qayimiqam Ew ke beynêk bêziyan bû, Bazîyan mexrûrî kird Tallebanî bû ke sifre û nan û xwanêkî hebû Day be serya herweku xepley qingî xapûrî kird 7 şarî Koye ke lebaleb butî tuşneleb e Ger felek lêy bigerrê menbe‘î ‘eyş û tereb e Dillberanî be mesel herweku eşa‘rî min in Kamî lê degirî debêjî emeyan muntexeb e Xaretî eqllî minî kirduwe zîna senemê ‘Arîzî reşkî qemer qametî nexllî ruteb e Newzerr asa fereydûn sîfet û selim rewş şeyde manend sîyaweş, Weş û Xusrew leqeb e ‘Arîz û xebxeb û ruxsar û zenexdan û lebî Nazik û tuhfe û zêba û bedî‘ û ‘eceb e Dillber û zerrkemer û cîlweger û ‘îşwefiroş Seruy sîmîn û beden û şahîd û şîrînleqeb e Zallim û dillşken û dostkuj û xesimnewaz ‘îsewîdîn û muxayin û ferrengîmezeb e Sêwî danawe le jêr lêw ke emem goy zeqen e Zîwî xirr kirduwe wek gok e emîşim xebeb e Lalerrû, şêftemû, xalîb e bo erebede co Rûy weku mahî felek zulfî weku zûzeneb e Xwastî lêy maçê Reza kafire neydaye witî Ey Xua lem kurre şêxzadeye çend bêedeb e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz