Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ew roje ke toram û le Kerkûk seferim kird Manendî ‘eqarîb le eqarîb hezerim kird Gerdûn sinekî kirdim û hênamye Koye Mîwanî le kin Mame Xefurî lecerim kird Xwastim ke birrom bo seferî Rom be seyahet Neyhêşt û dûsed ehlî ‘emamey le serim kird Danîşê neçê min kiçî xom mare dekem lêy Ew talîbî dinya ye ewa mu‘teberim kird çirûsa le berim cubbe û fisa le serim fês Ne fêsî le ser nam û ne cubbey le berim kird şeş mange bem qisane gilî damewe lay xoy Nemzanî milim bişkê tîya çûm zererim kird Wellahî dekem derheqî ew bellku ziyatir Ew kare ke derbarey Reşîdî piserim kird Karim terr ebê emwit eger lutfî bibê mam Ey layiqî rîşî be Xuda karî terrim kird Bo muctehîdan gerçî cewazî nîye teqlîd Min muctehîdim hatim û teqlîdî kerim kird Ey gûy Xile bem lutfe ke ew kirdî legell min Lem merhemet û lutfe ewa min guzerim kird Herçende witim wextê ke dîm nexwetî qelbî Ya reb legell şêx Elî bo çî şerrim kird Her deçmewe lay gerçî billê hatewe dîsan Ew xwêrrîye bêkare ke min lêre derim kird Herçende Reza ba‘îsî bednamî ye ‘ewdet Lem sûkî û bednamîye serfî nezerim kird

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz