Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ruxandî gerdişî gerdûm le her cê astanê bû Sûtandî çerxî dûn perwer le her kiwê aşyanê bû Weku teyyîl sîcîllî lîl kutub pêçayewe gerdûn Le her mîhman sera asarî sifre û nan û xwanê bû Be Hatem ger bikey teşbîhî em Axa ye bê eqll î Ke ferqî em legell ew asman û rêsmanê bû Dirêx bo xanedanîy Haris Axay serwerî Ako Ke cêgey ‘eyş û ‘eşret û menbe‘î emn û emanê bû Le cûd û bexşiş û en‘amî xoy û qewm û etba‘îy Weku şaname û Rostem le her cê dastanê bû Keyumersî duwem Cemşîdî sanî Xusrewî salîs Sileymanî zeman Eskenderî sahêbqirranê bû şewî wek zulfî yar e wirûdî hesûd û bextî min tarîk Legell dîcûr û yell da wa hîsab ke tew‘emanê bû Be namerdî şehîdyan kird weku Hemze û ‘Umer, dujmin Murad Axa ke rojî ceng û de‘wa qehremanê bû Kesê em seruy re‘nayey le pê xist gerdinî bişkê çi zêba sûretê, ya reb, çi şîrîn newcewanê bû Muradyan bo ye naw nabû le wextî bexşişî û en‘am Le bo babî Murad destî Kerîmî nerdebanê bû Le heq şêx û mela û derwêş û sofî sa‘îl û seyyah Weku Hatem şefîq û dillnewaz û mîhrebanê bû îtir netbê le mullkî Rom Reza umêdî asayiş Le pêş em kare da umêdî to bew parçe nanê bû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz