Kê çu zanê koçelley simtî şikawe ya milî
Wa le hallî helwela mayinekey koyxa Elî
çûm bizanim mawe ya xo miduwe wextê ke dîm
şademarî sist e nabizwê regî qaç û qulî
Dam be ser xom da gutim wa hesreta bo mayne kiwêt
Dek be mîratim kewê desbend û hewsar û cilî
Nebz û qarûrey eger sed car temaşaka hekîm
Derdî nazanê çî ye ta ku neka bonî silî
Ger îmamî ‘Eskerî niwêjî le ser ka layiq e
çunke muştaq e be wesllî nallekanî çiwarpelî
Kesrî enfî dujminan û cebrî kesrî dostan
Her bimênê çak e be Xua şêx Reza û kêrî zilî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön