Mall mudîrî ke xellkî Hewlêr e
Herweku mûy xaye bêxêr e
Sûret û sîretî le piyaw naçê
Ew qurrimsaxe mê ye ya nêr e
Min be mexfî ke çûm û têy fikrîm
Bezmî xewxa ye meq‘edî kêr e
Dîm Husên kirdî qesdî qetllî Fetah
Weku Yunis ke des be şimşêr e
Heremî muhteremî ke Le‘lîxan
Xermenî ‘îsmetî geray kêr e
Rawî rêwî hemû le bo kewll e
Gurg le bo berxe dête naw bêre
Behrî awdanî mezre‘ey fericî
Cûtegun cût e, kêrîş awdêr e
Witim: Ey bêheya to natirsî
Le Xuay roj û mang û estêre?
Witî: Ya şêx eman meke men‘î
Ehlî qonyan be qûnî ew fêr e
Nîye bakim ger ew xebîse billê
Ewe eş‘arî lamî‘î kiwêr e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön