Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey mela qet to le zerfên da weha xêra nebûy Ya le hîzî bextî min ya moreket mûy pêwe bû Hall le sê xallî nîye tu Xuda be rastî pêm billê Mûy simêllit ya berit ya kilkî yabûy pêwe bû Wa dezanim mûy rizîwî pîstî debaxxane bû çunke asarî ketîre û cewt û mazûy pêwe bû Peşmî paşit bû mezinde çunke wextî rojhellat Dîqqetim kird dewûpiştî zerfekan gûy pêwe bû Mûy segî girrwêş weha nabê be texmîn sedhezar Rişk û espê û kêç û kehlekirm û kernûy pêwe bû Elxerez dû pişkî rohim çû le tirsan ew şewe Hênde dûpşik û hezarpê û mar û mêrûy pêwe bû Qaweçî rûy sînîyekey herçend be nînok hellkirrand Qel‘î asarî nekird hêşta beşî toy pêwe bû Zor nemabû bonî sergên bimkujê way tê degem Tûkî bin kilkî ker û bargîrî mirdûy pêwe bû Dawekey mûyîn û girrûynit bekarî hîç nehat Gerçî her layê dûsed efsûn û cadûy pêwe bû Damenê bo baz û şahên dawî peşmîn ey kere Ker ke dayna dawî peşmîn her be paşûy pêwe bû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz