şîrîn weku Xusrew piserî Hurmiz Caf e
çaw mamiz e, lêw qirmiz e, îman siz e, caf e
çawî reşî fettanî weku şebrewî ‘eyyar
Dîn û dill û îmanî dizîwim dize cafe
Burhan e le ser qudreyî heq ayetî husnî
Bo de‘weyî îspatî Xuda mu‘cîze caf e
Aşûbî cîhan fîtneyî afaq e nîgahî
Yek nefs e cîhanê le desî ‘acize cafe
Bo keşmekeş û ‘erebede mujganî siyahî
Wek leşkirî Teymur û supay Cengiz e Cafe
Tenya ne Reza boy bûwete bendeyî
Fermanî le ser şah û geda nafîz e hafe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön