Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Baban başinde bîr batman yeşîl war îmamul qewmî fî teqsîmî şelwar Hetane herweku bîstûme bezmê Le sallêka şewî yaranî dîndar ‘Emûdêkim heye wek tûllî Dawid Kutame jêrî kurrekey daye Rêzwar Tisêkî kend be rîşî seyîd birake Tirrêkî da be yadî bawe yadgar Debestin helqeyî wek eqdî perwîn Le cêgayekî xallî leyset diyar Be çoka dê qutey mil nêrke kardû Weku bulbul dexwênê we‘z û guftar Dexwênê mersîyey Malosî merhûm Yekaney gunreş û gaholî şaxdar Weku baran be kilkî pîreseg da Be rîşî dadeçorrê eşkî xun bar Le paş îkmalî resm û matem û şîn Werrîn des pê deka wek kelbî hewşar Me‘azellahî dellê ya eyyuhel qewm Diro ye heşr û neşr û cennet û nar Le giwê megrin qisey axunî şî‘e Be aşûbin melay ser linge destarr Xerez lem cirt û firt û fak û fîke îta‘ey eşqiya ye û def‘î eşrar Hululî mezhebêk e bêgirê û qort Tenasux rêgeyek e rast û hemwar Bî hemdîllahî nema kak Ehmedî şêx Zehawî mird û gorrî gum bû çawmar Eger bê şêx Elîş def‘ul bela bê îtir dinya debête ‘eynî gullzar Bimênê ya nemênê çî le des dê Be tenha şêx Rezakey herzeguftar Eger mişte û mişarîş bê zimanî ‘Elac ekrê be miştî pirr le dînar Be dînarî ‘elac ken ya be simtî Bilûrînî kurrêkî saderuxsar Ezîzan mezhebî yaranî cem cem Le ser sê rukn e ewwel terkî azar Duwem îkramî çîf û şertî salis Le herdû ‘umdetir kîtmanî esrar Emaneş cumle peşm in eslî meqsed çiwar pêt billêm ey pîrî huşyar şkistey cewz û tûllî sewz û kelbey Berazî boz û kelley xûkî mirdar Eger derçê le ser em dîne ruhit Deçête qalibêkî şox û nazdar Ze‘îf bê Xua nexwaste î‘tîqadit Be ayîn û be erkan û be etwar Nekey tersê be rîşî xelfe bapîr Nedey ganê le rêgey bawe yadgar şîyakey gawe hol negirî le rîşit Neçîte jêr kullînî daye Rêzwar Qepozit danepoşê ber simêllit Be ser milta neyê wek ballî kemtyar Le qebîley Mistefa rû werinegêrrê Le rêgey şeri‘ da demrê gunahkar Le peşmî rîxnakî ber simêllit Nerrêsin serkele û destbend û hewsar Ke mirdî rohî napakit be çustî Le însanî deçête şikllî segsar Werin yaran şewî mî‘ad e emşew Le pê derpê firrê den xizm û exyar şerwallî zerd û sûr wek xermenî gull Le ser mafûrî zerr roy ken be xerwar şerwallî xamek û zerbeft û xara Le ser yek daybinên wek mallî tuccar Kenîz û xanim û xatûn û xadim Feqîr û mun‘îm û derwêş û salar Nedîm û noker û axa û efendî Le dewrî danîşin wek xettî pergar Le nezmî bezmî cem saqî bigêrrê şerab û lê bida mutrîb le mizmar Nebîz û şerbet û nuqll û meze û ney Def û tembûr û saz û berbût û tar Debê em bezme her bem nezime birrwa Heta dû hisse rabûrê le şewgar Ke dinya bû be rûy qeymasî zengî Serey beşkirdinî şellwar e emcar Be qur‘ey me‘delet yekyek beşî ken Mepirsin le eqreba û qewm û kes û kar Mepirsin dayik û pûr û xuşk û xwarza Le jêr kurkey berin bê qewl û guftar Be qewlî bawe bawe û mîre mîre Mîsalî kêr û kuz herwek kun û mar Be şer‘î Mezdek û ayînî Babek Dixulî cayîz e esmê kunadar Fe ya sadetî lîl lût wel nîkî Leqed ‘llemtukum teqsîme şilwar çira pif lê ken û şêrane hestin şeqê hellden le perdey ‘îsmet û ‘ar Ser û derpê berin bê ferq û temîz Demûdest sahîbî derpê biken diyar şerwallî herkesê ber herkesê kewt îtir ferqî neka bîgrête ber kar Ke em wez‘ey tewaw kird pîreaxun îtir her pif le şem‘e û tif le heytar îtir her etkî dîn û kesrî namûs îtir her terkî şerm û îffet û ‘ar îtir her ling ebête lam elif la îtir her kêr ebête baskî Hawar îtir her gûmezî simte esûrrê Be sûrey ser xirra wek çerxî dewwar îtir her lêperrîne û lêxurrîne Berew jûr û berew jêr û berew xwar îtir her dayke pîre û hell‘enîşê Be kelley kêrewe wek wirçî serdar îtir her pawaney zîwe û zirrey dê Le ber kut pêwedan exşê le dîwar îtir her xepley kuze wek çawî kazir Be metreq deykutin sadatî ebrar îtir her nawgellî xubanî bîkre Le xwêna sûr debê wek bergî gullnar îtir her kêre wek peykanî goştîn Be jêr binya deçê wek perrî sûfar îtir Xua nesîbî duşminit bê Birînî nêze û nûzey birîndar Minallî lew şewe peyda bê layan Debête seyîd û rêzdarî muxtar Le wesfî Kakeyî ger serfî ‘umrim Bikem nakem beyanî ‘uşrî mar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz