Hezar efsûn û cadûy pêwe awêzane em rîşe
îlacî ger bibê ya gûz e ya giwêzan e em rîşe
Betehrîkî tellêkî sedhezar nefsî be kuştin da
Re‘îsî hîlekaran şay qumarbazan e em rîşe
Be bay serrserr le şiwên xoy nacimê rîşey emend sexte
Bebê hîkmet nîye ger carbecar lerzane em rîşe
Be zahîr saf e wek zîwî spî emma le batîn da
Reş û pîs û mulewwes wek binî qazan e em rîşe
Bemekrê emrretênê hez bika her lêre ta Mukrî
Penahim dey Xudaya xawenî zorzan e em rîşe
Ke seyrim kird dezanim şêx le min mesrûr e ya ‘aciz
Hemey Westa Fetah bo hallî min mîzan e em rîşe
Hezar hewsar û desbend û gurîsî lê dirust ekrê
Be sed batman xurî ger deskewê herzan e em rîşe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön