Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sebrî Vural

Sebrî Vural

2 görüntülenme 0 beğeni
De ka Êdî tu berbe min were, Bi kulmek hêsirên ji çavên bêxew. Di poșmaniya sibehek te, êș kiribû Piștiyên dilê xwem. De ka Devê birînên azirî, raserî pêsîra dilên birçiyên azadiyê bike. De ka Tu li tu êvara varneqile Li șîpa ewrekî șipîșîn, Tu li sibehên stêrk dibe sertaca wan bigere. De ka Tu bibe mijhezek, teva ewrên bi keder Û Bibe baranek tî, Li ser xewn û xeyalên bajarên șewitî-n. De ka Tu destvala bi rê keve, ji kolanên zarokatiya min. Ez! Kenê xwe di derhûdiya dergûșa vala de dihêlim Ji te re. De ka Tu were. Ji berriya Mêrdînê, weke masîgirkî!? Șewk û derziyên xwe bavêje gola Wanê Tu yê min bigire ji xwe re. De ka Perdeya xema bi alî de ji ser rûyên xwe. Bi nêrînek șêr-în û bêveger ez li birînên te yên șoptahl vegerim. Min sond xwariye qesem bi navê Xwedê, Û Bi dilsoziya stêrkên çiyê. Ne ez te jibîr dikim Û Ne dihêlim! Dem û çarçove, sûretê min spîçolkî bike. Diyariyekê didim te, di govenda bûk û zavatiyê de li tilîkên wan yên gustilîkê binehere Bajarê Wanê cemidiye rê û durb girtiye li min. Êdî tu were dayê Êdî tu were Ez! "CANFEDAKÎ " Bêveger im. Bêveger im. Êdî tu were Êdî tu were. Tiștekî min tune, ez kulîlkeke bêwelat û bihareke xizan li ser rêyeke bêveger im Felek rojên temenê min Û Perperokan bi hev re dijmêre Êdî tiștekî bidim te nîne dayê Destmaleke spî, dilopek xwîn Kozikeke sar û vitîvala Û Bila misteke ken û hezkirina min, mîrate bimîne ji we re.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sebrî Vural şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz