Bêhna șûrên neșuștî,
Bi serhildanan paqij dikim,ji rûyên te.
Bi çavên șîlaq û șeliqî,
bi nêrînên pispisok rêdana rêya te dikim.
Henaseya xwe teva reșêșkên baranê,
Û
Nermebayekî hênik bi xeyalên xwe re,
Ji te re bi rê dikim.
Têr av bide gul û sosinên dilên xwe.
Devên avzêmkên çavan berdidim,
Bila derbas bibin,
Di co û cobarên li ser kolikên sînga te.
Kirasên helbestan vajî lê dikim,
Ji bo xatirê çavên te.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Vural şiirlerine dön