Hûrik hûrik winda dibe,
Hêviyên min di nav mij û kulxana demê de
Nalînên helbesteke bêhnçikyayî,
Di sala xelê de welidiye.
Hestên min malê talanê,
Di nav nikilên kewî de
Laș li ser sifra kullî û qumul e
Pêsîra jiyanê stewr ê,
Birçîme!
Hêdî hêdî dixwim xeyalên xwe.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Vural şiirlerine dön