Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sebrî Vural

Sebrî Vural

2 görüntülenme 0 beğeni
Di bihara de weke berfînek bêmiraz Û Sewtek kelogirî me, li nav lepên tofanên șevê de. min bêdengiyên xwe, ji nav lașê westyayî serbest berdida, Li kolanên șopên zarokatiya min û te, ne tê de. Min bi darde dikirin xemên xwe, li neqebên xatirxwestinek li texma xerîbiya ji mirinê wê de. Ji ber tîna evînek qedexe, serê xwe didim ber siya êșên xwe. Min dixwest bi zimanê helbestî, Sûretê gulek sor xêz bikim li ber navê te. Dibe ku ez rojekê bêwext! herim. Lê belê darekê diçînim, ji xeyalên xwe Ji bo ku lê-bilûsin çivîkên çavên te. 05/11/2017

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sebrî Vural şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz