.Di cildanka dîrokê de man
.Cilên zarokan tev li xwînê
.Çav qerrimîne,werimîne ji
.Nêrînê,
.Jiyanên temen birçî xeniqîn
.Çiya kirin gola xwînê.
Li kêleka çiyayekî hêvî-șikest-î
Helbestên kelogirî tomar dikim,
Ji sî û çar stêrkên birînên wan nekewkirî re.
Ev çi berfek bedew e,li kendalên dilê te Rû-BOZ-Kî.
Hevokên helbestan xwe dișewitînin ji kerban.
Hûn jî rêwiyên rêya dîroka bixwîn,
A bav û kal`an û ciwanmerdan
Di reșika çavên xûmamî de,
Șopa,șopên sor yên neșuștî heye.
Çavên hêvîbar!
Di kemînên tarîgewrka êvarî de,
Ketin feqa dileguran.
Îșev dîsa birînên min ,
Gazinan dikin bi nalinan.
Hêviyên bikeser,
Di xewnên tisî û bê xeyal de difetisîn.
Delingê axek kezebșewitî șil dibe,
Bi rondikên helbesteke li ser pișta hêstiran.
Sî û çar qîrrînan sor kil dida,
Çavên berfek fedîkar.
Rûreș e șev,
Hemû çiya, dar û Zinar.
Semah girtiye,
Sî û çar stêrkan li asîmanan
Rû-Boz-Kî.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Vural şiirlerine dön