Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sebrî Vural

Sebrî Vural

2 görüntülenme 0 beğeni
"Ji helbestvan Ehmed Huseynî re, tu werêva xwîna dilê danisilî, hevokên di xewnan de vediciniqe, xwêdanên bișeple û biwêjên terqilî li ser kaxizan dibanîne, heke hindik be jî, ez dixwazim ji bo goșiyên keseran û teniya Sînema Amûdê Ji bo ku xwe Ji straxê dilê kekê Ehmed Huseynî xwe berra ser birk û hewdikên mehserên Azadiyê bide ev helbest Ji bo wî û ên wek wî porrên Êșê di dilê xwe de spî kirine û Ji hezkirina Qamîșlokê dûr ketine, û bi arê evîna Welêt tên șewitandin re diyarî ye." Kulmek șînbirik weșiyan, Ji nava diranên gumgumokan, Bin siya șevê, Navên wan biqasî bejna Mezopotamyayê Dûr û dirêj dide șewqê Biqasî ferat û dîjleyê xew lê herrimî Û Bi kefteleft xwe hildavêt Ji nalînên deq li eniyê, xwîn dișewișî xwe berra dida newqê Naqarat dîsa dengê axînên dayîkek kurmanc, Gazinên bêkesiyê dikir bi Xwedê Kilama "hey lê dayê tu menalîne, xort Șehîdin tu xem nîne" digot. Dîrok de îro li çîpên xwe bixe Bila hilweșe hêtên zilmê ji kederên bêdengiyê. Nalînek rû-gevez û birîndar șiyar dibe, Ji hênikayiya çiyê Xortaniyek ku bi heft qelaç û kelefan, Dûr im ji sînorê yextiyariyê Xwêdaneke ku di havînê de qefilî xwe ji temberîkê berdide,zipîk zîpik difitirîne kuriyên simbêlan Ji bo te WELATOO...!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sebrî Vural şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz