Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sebrî Vural

Sebrî Vural

2 görüntülenme 0 beğeni
Di çavên sibeheke bêwext û beravêtî de Hêvî û hezkirinên temen-pîvok Bûne xwirîniya gurî, Gornepaș û wawîkên birçî, Xewên nîvxewî dihejmêrin gez û qertên kovî, Li ser bedenên nașî. Șev di binê siya tirsê de, Dikewînin birînên rizyayî. Tiștên ku ji zarokatiya min tên bîra min, Li kêleka birçê, li paș malan Dema ku me bi veșartokê dilîst, Çavên girtî, zimanên serîpekantî Destên li ser serî bilindkirî,, Di reștariyên çêkirî de! Min kes nedidît Ez bi tenê çav girtî dimam, Di xêzikên fillehan ên risasî de. Îro jî bextewariyen pêșerojê, Di serê șewkekê de weke xapandina êmekî Di nava devê segmasiyakî de me, Ne xwarina masî me dixwe tê dîtin Û Ne jî qîrrînên ferihî tên bihîstin. Çavên bêronî! Guh xetimîne, Ev çi bobelat e ku tê serê me Hêviyên bêșivan, tozgirtî û bawî, Hêdî hêdî tên kurrisandin, ji hêla Dahbe-lokên diran-bevș de Me hêviyên virnî di dilên mirarokî de, Hilî kirin. Bêyombûn bûye mîna așûtekê Û Xwe pêçaye li navê me Li her deverê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sebrî Vural şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz