Remûzat
Remûzat
2 görüntülenme
0 beğeni
Êstpera esmer li tixûbekî naylonîn vebûye
bi sih û çar pelan
dûçarî sansûrê şêlan maye
Gerikên wê li pişt hêstiran
ji têldirikan derbas dibin
bêhna wê mişext
şaxên wê qaçax
dipelixin di bin postalan de
do, îro û belkî jî her çax
Mayîn û mirin wekî du aliyên xetê nêzî hev in
di navbera mayinan da
Ez mame di hikmeta Xwedê da
-Ev ne ya min e!
Bejna kulîlka min dirêj bû
kanî kokên vî?
Kokên vî…
ewqas hatin perçiqandin çirqînî jî nehat ji wan
Li Gulistanê gelektirîn qurnefîl mezin dibûn
Li şûna bîşengan
Ker çavbihêstir in bo hêstiran
lê li welatê qurnefilan
dem tune bo şîngirtinan
*Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 65-66
**Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Remûzat şiirlerine dön