Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Remûzat

Remûzat

2 görüntülenme 0 beğeni
Çivîk bi qasî asîman azad in Masî bi qasî behrê Eşqiya bi qasî çiyayan azad in Gava te ez hembêz kirim min ferq kir bi kelemçe ne destên min destên te ez berdidim destên te destên min bi qasî şevê azad im bi qasî fikra te an çavên min kor in an hîç roj nabe rasta acûran e cîranê cegerê, Dîwar asê, rehjen kêrtkirî Di mexzena metirsiyê de janedil mexel ketiye xofên xef xedar dibin, xurttir dibin ev eşqiya tenê eşqa xwe eşkere nake, ne ku êşê nakêşe bêhemdî ye çavniqandin korîtî bijartineke bi zanebûn ku dil bipeyivin guh kerr dibin rêzîkê evînê ye ev dildar dizanin tev Hêviyên min ji mêwê ketin wek goşiya tirî ya hebhezar Biesirînin, bikin mey da kes nemine ji tehma vê evîna bêzar Derewên herî delal di nîvê şevê de tên kirin tu dibêjî ez naçim ji tariyê şiverêyek dinizile qey te hîç ez nekuştime? Cendek li rastê ye li darî çavan Naxwazim ti kesê bişemisînim lê cara paşîn te ew dîtiye li vî warî, şev tarî, çav tarî Di tariyê de mezin dibû gula herî delal Gula herî delal jî bêrûmet bû di destê gulfiroşê de gul bi dil dida gul bi dil ne ti bazar bû Ceger xwîn dikir Ceger xwîn dikir Her kes di hinava xwe de mezin dikir yarê, kujyarê bêhna binevşê ketiye bûyergehê dengê te ji nêz ve tê, ji hundirê derekê ve Qufl li hundir e, mefte li paş Dibe ku ev e ya baş Kilê te kilîla keleha kerban e, bar e, du bizot ar e, Çavên te du qedehên lêm li min nenêre ez ê bişkêm Canê min dikutin dilkutkên te paşjimêrên temenê min in çikeçik nayên difetisim, dikim biteqim dimirim, destên xwe nadim tayek porê bêyî porên te diçim binê gorê Min ji derewên delal koterek çêkir, kir stûyê xwe deriyên bihûştê venebûn, ez bûm yekî zebûn Xwedêkirî dojeh heye, dojeha stêrkên zenûn firmêskên fêrîşteyan dinoşim ji qedehên qelş qemûşkên qedexe dixwim, pesnê soreşînê didim bo basko pûç e fermana firindeyan çavên wî natirse ji firîn û mirinan Tawanbar ji tavana gunehên xwe bêjna xwe ditewînin ez dev ji te bernadim, ji te naborim Ku ne ji kula te be çi qîmeta vî dilî heye? Di dêst de geran Bişikîne wan dîwaran, min nehêle li vê xewleciyê Kilê, Kula dilê, Bêhna axê ya piştî baranê Tu yî cîrana cegerê Di zikê zinarê de vedibe beybûnek ji erêniyeke nîvdiyar hêjatir e pelek nikarim destên xwe bişom ji vê tewşikiyê belê, eşq danûstandineke xirexavkî ye li vê dinê lê belê ji xwe re kiryar dibîne li her der û zemanî tu yî yek ji wan debengên eware heke na çi îşê te heye bi helbestan re Polenên beybûnan peyvên sermest dipişkînin ji gurbika derizî dirijin ristên hingivîn hirçê birçî bûye dengbêjekî dilikî Ez ji welatê teyr û tembûran têm, soloya tenêtiyê distrêm biyaniyê xaka tiştên xweş im olana bilûran berhev dikim ji devê dûlêran, dikim derman li newayên detone didim gava li qumriyan dinêrim stûyê min xwar dibe jixwe li biyanîstanê her pênaber hin stûxwar e, ne wisa? Wekî kaxizeke qurmiçî li papûran dipîvim ez papîrûsekî nûjen, rehjenekî reben kî tê pehînekê li min dide. Kî tê şoperêçekê li min zêde dike. Stêreke wan jî tune ye ku biteyise term in, têrtemen in, ji termînolojiya tenêtiyê tênagihên, bila bitemirin. Rojên xweş jî derbas dibûn berê, me ji xwe re çincîkek çêkiribû li pandula Foucaultî tevdigerîn wekî peykeke ji rêgeha xwe derketî em di çaxa xortaniyê de siwar dibûn bi dûçerxeya Tolstoyî tekerên me ji çerxê ve peqiyayî gava tu çûyî ji min tiştek kêm bû tiliyên xwe dihejmêrim, temam in lê qala çi bikim di devê min de tehmeke tehl dihêle Navê te çi ye nizanim Ev ne evîn e Evîn, hezkirin Ev tiştên xweş in yanî wisa dibêjin Lê ez tenê êşê dikêşim Navê te nizanim. Teyba terabe lê dide pîlên wê zeîf bûne lê lê dide selîqe li hev asê dibin, navê stranê dernaxim Nikarim hefsarê herfên min girêdayî hevokên te ne qul bûye binê tûrikê pînekirî ketin, hûr hûr bûn hemû peyvên pûç û beredayî tenê kul ma, yanî tu mayî Tekerê pêşî girantir tê, parsenga min xera dibe. Çûyîna bajêr bar e êdî filmekî nû derketiye, temaşevanek kêm dibe. jixwe tune bû ya dî kaxizek ketiye bertekerkê. Xirexirek guhan diqulqulîne Şijikên tûj kaxizî dihincirînin. Kaxiz ji hev belav dibe, li her papûrê perçeyeke xwe dihêle. Di qirna qirkirina rengqemeran de li qirna bîşenga xwe digere pezek kêm dibe ji kerî, dilê dêlegurê jî dişewite pez kovî ye bi eslê xwe, aşiqê kendal e Kerên jar hêviyên guhêzbar lixwebarkirî, Riya Karwanên stûstûr kemînvedayî, nêrîna Karwankuj enfarûj, Devê şikeftê girtiye gurdanek peyak. Kundê kunende rast dixwend. Gundî bûne komprador. Dem hingor, çilimçor semtexalî ye. Kincên şûştî bi ba dibin Her ku ez dikewicim bêrdang dipernisin, zikê zinaran diqelişin. Di serdema postkolonyal de eşqiyatî lîs e Te bivê were, carek jî tu bilîze Ji hin kesan re tîratek e jiyîn di bin ronahiya dikê de, Tiratek e ji hin kesan re jî li ber terazînê di nav germ û gemariyê de her kes bi halê xwe razî ye heke na çawa naqulipe ev terazî? Etmanî ji tivingê pengizî Ququ ji eniya xwe hat hingaxtin wekî Filîtoyî Saetên serweran sekinîbin jî dem dom dike berevajî ji ber tiliyên min dişixulin kevirên xîzekî li wêneyan nenêre, wêne derewîn in tu digirî, ew dixinzirin di gerdela masîvan de masiyên şîn jî gendel in di gorê de miriyên çavkespîn jî kor in li welatê dagirkirî asîmanê şîn jî bindest e Neqehire şîn şob e, çûkan bişopîne siruşta çûkan sirûda serbestiyê ye Wê gelek ba bên û babelîsk bigerin lê nabare ev baran careke din Rojek nema ku ew bibînin dev ji dansa dawîn berdidin perperîk otenazî dikin Hin hevok nahelin li hewayê Dikevin rû wek şiqamê Bi dengê te dixwînim fermanê vê çaxê mirin jî li xweşa min tê Vê yekê bizanibe Edûleyê Sed car jî be ez ê vexwim vê quzulqurtê *Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 7-19 **Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Remûzat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz