Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Remûzat

Remûzat

2 görüntülenme 0 beğeni
Generalê payîzê fermana dawîn da Hişş! bêyî qêrînê, bêyî birînê çi xeweke şîrîn e wekî mirinê… Ewr terkeser in, bayên beyanî hişk û hola Dîksilêman ber xwe nabîne ji mij û moranan Pel giriyên darê ne her payîz dar şîndar û giryedar Dema ku General mir werzek ma li kuçe û kolanên Dêrgezênê pelên zer weşîn ji salnameyê ne tenê yên îsal, yên par û pêrar û her demistanê dişewitin bo kulmek germa havînê, arê kanûnê, tamara mirinê bo xeweke xweş li Kurdistanê *Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, r: 45 **Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Remûzat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz