Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Remûzat

Remûzat

2 görüntülenme 0 beğeni
Kolberê genimgwînî ku ji ber erdên bejî û ramyariyên li dijî jînê nikare tovên hebûnê li gundê xwe bireşîne li ber kendala xwebûnê galonekî bi têra heqê mehekê ya navênda qanihkirina xwebişavtinê -fêrgeha ku du dane duyê bide jibîrkirin bi kêra ti tiştî nayê li van deran rewşeparêzên deredemî puxteya xwenefretê diparzînin ji kevneşopê xwînê dikin zeyt ji bo çerxên pergalê pêşbiryar tewtewqî ne an dûv an birûyên stûr bîrê wan kûr e, nekole. me vekir bahola dîrokê Apê Marx bi gopalê xwe dehf dida sêlingê Dijbêjiya Hegelî dikir serserikî biçe mila pençem pabend bû, dibû peya çaram niza’m heta kengî dê bidome ev nîzam- dike bigihijîne ji çar parçeyên ji rojê herî dûr û di van deman de ya bêhna azadiyê herî baş dihelmijîne kûr kûr. Vê navê gur û kûçikên li doralayên wan ji berê xerabtir bûne, toqên wan sist bûne; nahewin, hem direyin hem tên mirov gez dikin. Xwedê mala wan mîrat bike ne tenê ne, gelek in. Wek revde ne. Tevde têde ne ku mijar hovanî be mixrikiyên hezarsalî tên bincilkirin lihevhatina wan li ser xwînê ye, li ser kuştina kevotkên baskzêrîn Di guhan de diçingin ewtewta kûçikan Zûrîn û zirîn tevlihev bûne li çar aliyê çiyan Bûkên Şengalê xwe diavêjin ji kendalan Ev ne cara yekem e; zana ne, heftê û sê caran xwendine ferman xwe diavêjin, xwe dişewitînin lê xwe nakin xulamê ti kesî. Xuhên Derwêş in, xulamî nîn e di xweya wan de ji çeperê ber bi mirinê ve dimeşin bêtirsane pergala parçimkan perçe perçe bikin, dilepikînin Genim ku da serî das jî buha dibe Destê alîkariyê dirêj bû, kêr ne dûr e Das dostî dinase, şervan şûrnenas e bi radestbûnê re razî nabe ti car jî nebû di dîroka Medan de Ehvenîşer kî ye ehlê şer dizane Binêr Natorên vê axê tu û ez im, em in em! Binêr ew ê jî biçin sibe an dusibe wek hîv û ster… Ew ê jî biqeşitin bi ala xwe yên têr stêr Ji kundên ku di xewnên Şerê Sar û nivînên germ de radizên re ne dijwar e bi diranfîlan rewşê şîrove bikin Dinivîse her pênûs Bila binûs; Em ehlê soza xwe ne Em mafdarê doza xwe ne Di dest de ala spîsor, siya wê hênik dûrbînên wan di dûrê demê de mane ew di dahûrînên çîna Çînê de asê bedbîn in, tenê xeletiyan dibînin pirî caran wek sedemên Seddam in hewanên wan hedara wan nayê ji ber ku kurd dibin xwedîniştiman De bixwînin! bixwînin li ser kavilan îro li gorî dilê we xopan e warê kurdan Ne hewceyî rênîşek e Em wan baş dinasin Em wan ji koka saroxên malxeraker dinasin Pelên dara sêvê hişk nebûne hê bêhna wê di qirika me de; reş, tehl, jehr. Em wan baş dinasin Bi derewên xwe yên bi qoç û boç navdar in Mala wan spî ye wekî papîrûsa ku peymaneke qirêj li ser nivîsandî Dikin me bi bendekê bende bikin li bendê ne em kerem kin Mala wan spî ye, paqij in, çîlspî ne Di vê serdema serfiraziya sembolîk de Caesar in li ser serê me Kolber peya ye, şerab nema ye Ne dema hespên beza ye Zivistan li ser zirnezokê, stêreke potal e ro li asoyê, bager zirrezop Generalek rabû ji bin kavilên Kobanî Dibêjin Mezlûm e navê wî li ser sorşopa Mezlûmê li mexzena mirinê dilsozê Partiya Karkeran bi serbilindî derbas dibe ji ecacan. General li payîza sêwî xwedî derket gel li general niştiman, li hemûyan Rengê baranê fosfor e dilop diriqin wekî çirûskên agir dibarin wek kuç û kevir Ewr tû kir rûyê beqan, senfonî qut bû Ne wextê dawetan e beq fêm kir, Bakurî fêm nakin, fedî nakin. bi cawekî spî pêçandine nasname Ramîn kûrekûr dirame nayê bidestxistin heta sor nebe xeta sor e, nahêle hingivê zingil divê hov çov Ey welat! Soz be ez ê te bikim azad Ez ê bibim bobelat li ser wan bibarim Ez ne biyanî me, siwarê Hedban im Hespê min kumêt e, xweşsiwar im Dildarê Edûlê me Latê Çiyayê Şengalê, agirê Hoşengê jîr im Ez ê bibarim Ho bedewiyên ber deriyê qesrê û yên li qesra xwe xwe bedew û desthilatiya xwe bêdawî dihesibînin Bi sonda qesemê be em ê wê qesrê bikin qebra we Girêspî dê bibe girêbayek dê serê we bixwe Em ê xwîna we bikin şeraba hespên xwe Wele ava Serekaniyê aveke pîroz e, ne para gurê boz e Xurt diweze bayê azadiyê, xurt geniman diavêje meydanê me yekcar pif kir, ji nişkan ve belav bûn xubarên qalişkê Guliyên Arînê yek Dîjle ye yek Ferat dibin çîncik ji bo nifşên nû ya welatê azad gele diweşin yek bi yek bihar cil û bergan didûre ji bo darên rût, vedigerin eslê xwe kêlên çar parçeyan dikelin hêdî hêdî, tehma yekîtiyê stendine ji hev naqetin êdî newa bi bayê re hevkarî dikin; dibin fûteke kurdî di devê kolber de, bi hev re derbejêr dikin çerxa felekê çi tûj bû dîrok, qulibî; bû çîrok, giloverok Mezlûm, Arîn, Viyan û Berçem Kawayên hemdem hene herdem *Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 33-44 **Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Remûzat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz