Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Remûzat

Remûzat

2 görüntülenme 0 beğeni
Ku ez ew bim û bibe pirsgirêk Ez ê bibim kesekî din birêkûpêk da ez û tu bibin em, her dem Ez ê di bin kûrahiya kozmosê de ji xwe re li wateyên cuda bigerim Ez ê li çalereşan tovên berbiroyan bireşînim Roj wê bê Ez ê biçînim Ez ê biqîrim Dengê min tê te … Kozmos bi kurdî nizane -Kirmanckî jî tê de- Ez ê biqîrim Ez ê bibim dengê bêdengan Ez ê herim herba herfan bihedirînim Ez ê herim bi toqan ferhenga xulaman bixeniqînim Ez ê li sola hespekî siwar bibim û herim Gûstêrkek dixurice ji asîmanê dûrî spêdê Xuşînî kêm dibe, sîsirk disitirin Gotinên me li hev nanêrin Te bivê ez liv ir im Sorelêv ji cihên xwe nalivin Dengbirîn bilêta çûyînê dibire Hişê min bûye girara qelaçan Hemû hevok şijik in di devê min de Betal im, betilî me Riya ku nayê te nabos e Bila navê te Neptun be Yê min jî Kozmos (e) Dikim nakim nikarim bi qasî maçekê jî ji te dûr bikevim Û riya min bi qasî heşt hezar milyon maç dûr e Riya min rizgariya ruhê min ê revok e Di destên te yên têrevîn de ye nexşerê Ji destxetan koçî biharê dikin çoleke Firîna wan naqede heya roja mehşerê Maçeke te heşt hezar milyon sal a dinyayê dike Maçeke te min ji dinyayê dike Ez ji gerîneka bîbikan têm Dest bi stranekê dikim Dest bi destên te dikim Hemû laşê me diaxive ji xeynî hişê me Strana herî bedew e çavên te Çavên min li çavên te guhdariya stranê dikin Di nebulayan de jî nabînim nêrînên te yên nuwaze mişt kenên sexte qulê dîwaran fireh dikin Binmilên te stara herî ewle ne Li binmilên te hînî hezkirinê bû aşiqekî suxte Niha xebera ti kesî jê nîn e Xudê hez ke Belkî jî bûye yekî Xudreste Vî zemanî her kes xwedî zimanê xwe ye -Temo ne tê de- Derzî nikarin vîna min biderizînin Serbirr nikarin kefenê min bifesilînin Lacan! Bila çavên min te nebînin Berevajî teoriyên te yên xopan Ez û ew ji heman derê li hev dinêrin Rê dirêj in Û gelek stran hene ku em ê bibêjin Divê peymana pevşabûnê nebe girêdayî îmzeya Mîrze Miheme Tu heyî û ez heme ma ne bes e? Asoxîn ez Remûzat min ji te stend ramûsana xwe bi pênûsa hibirmaç li dora dinyayê digerim ji rûpela dawîn tê îskîna beqekê Rengekî din zêde dikim li reşbelekê Mohra lêvên xwe li gerdena te dihêlim Şofêr Beg Ez ê li Neptunê peya bibim! *Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr:26-31 **Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Remûzat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz