Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Remûzat

Remûzat

2 görüntülenme 0 beğeni
Min qurnefil çandin di deftera bîrhatiyan de mezin kirin bi çîrokên biratiyê re defter di dorbendê de kovanbar bi kul û xeman mifte di bin paspasê de bendewar li diyarê Kenan du çavên dûrî deman dinêrin li albûma kenan kizirek dibişire ji wêne ji wêneyê wêran ezeb bû hê kezebê, tunebûna wî ezab e kul çalereşek e bi xwe ve dikêşe temenê kul kurmek e dikiriçîne perên pêşedemê Reng werimîne, dikin biteqin xunav digirin rûpelên xav, nayên xwendin riste derizîne, ji rayên ximavbar xwîn dinizile rabirdû şax dide, êş dide lê wî nade berzebûn verêkirineke netemamkirî ye berzebûn bendemayîneke ebedî ye ji xwîşeyê bêhna pelekî winda tê û diçe bê silav û bê kilam tên veşartin kilam, li şûna mirovan sal çar demsal tepînk diçînim li van xakan guliyên şînbar şîn dibin dayik guliyên xwe dibirin da ku gezgezok nepiçirînin Destên xwe nedin dayikan Destên xwe ji wan bikêşin Darbest vala Nîvco maye dua Antîgone xemgîn li deriyê goristanê Neynik şilopîn in Neynik bi mij in Tu nikarî jê birevî rûyên reşûspî bi bîr dixin wêneyên qermiçî bi bîr dixin Çend girî berhev bûne di binê çav de Çend ken winda bûne di binçav de Êş di hestiyan de girgîn dibin Dayik dixwazin êşên xwe veşêrin Kevirên wê meydanê şahid in Dayik bi biryar in Dayik li ser piyan in Heta hestiyên stembaran daxilî qebrê nekin, Venagerin! Seyfo daliqandî ye li ser mirinnameyê hema li pelê rojekê jixwe ne wekî hev in? Belkî jî ji hev xerabtir bi xubartir Bi sibehê re tê dikoşin wekî dozên lêpirsînê yên bi demboriyê ve diçin qanûn e, kanûn e dawiya her duyan Lê neke behs li şîndaran Bila nebihîzin ti caran Wer dibêje xwişkê: Qelema dozê jî bişkê Bîranînên di dil de dilmbûyî naçin ji bêjinga bîskê Miço avêt gaveke xas Saet çare çileyê ye Bes Postek xelas… Qajîna postalan kirekir ji guhan dibin Cemse jî dicemidin di vê sira sibê de Kizir bi rewşê nizane Tîrka ku bi tirkî dizane êşjimêrê dilezîne Roj xwîndar diçe ava Gotin badilhewa Bayê beyanî berjengan bi xwe re dibe çirûskên heqîqetê pariyên hêviyê bi xwe re dibe Cezayê rojnedîtin e mirin qetûbirkirina demê ye Mirin xewek ji deriyên xemrevînê ye di cercûrê de guleya dawîn Wey mirin, mirin! Te gelek tişt ji me birin Bîrek bêbinî ye di dile dayikê de Ûsifek stêrkan dibarîne tê de Dayik neçar e, nagihije dilorîne, belkî di xew de biçe berxikê wext her hingor e dema gor vala be Qurnefîl hişk nabin di deftera bîrhatiyan de, kurmî nabin Di rojeke şemiyê de ketiye şopa pelê xwe hembêzhawarê kulîlkên nû nas kirine li goristana gotinan Xewnên xwe xeniqandine Şevên xwe herimandine Guliyên hêviyên xwe birîne lê heta pelên xwe nebîne Venagere! Roja navneteweyî a dayikan Dayikên Şemiyê hefteya 737’emîn *Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 46:51 **Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Remûzat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz