Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Remûzat

Remûzat

2 görüntülenme 0 beğeni
Min tariya şevê li ber keysa xwe dît; stêrk serxweş, hîv birqonek carekê vebû devê tirsonek Esmeralda min ji te re dil da Ku Remûzatekî kirêt bim jî di vê çîrokê da Bila navê min neyê bilêvkirin ji te cuda Dizanim, divê wisa nebûya Ti çîrok wisa dest pê nakin di her xewnên rengîn de neheng tim çeleng in Di dêst de dar ji paş ve diçerixînim vê çîroka qedexedar Li xwe baş binêre. Dibe ku berî vê hevokê du sê tiştên din jî te gotine nayê bîra min berî vê jî demên berê yên bêyî te jî tî me, tî û kelogirî divê hevokên wisa bi carekê ve dernekevin ji devî Şewqeya min a şepirze di dîwarê de hilawistî tîpên dabeşker darîçavan ez li filketê daliqandî Di dêmê te de xalek navnîşana êşan e her ku tu dikenî întîxara min dibe Nivîsên bizmarî bizdok in, newêrin navê te binivîsin bi ser peyvan de diçim çavên te du dest agir berdidin di nîveka hevokekê de daçek biçek in lê ti kes nizane erka kirdeyê veşartî çi ye di nava vê ziqaqa kesayetîveşar de guleyek ji Gulê hat gul bişkivîn cihê ku lê ket bêhna sêvan tê divê sê sêvên dawîn bin hin çîrok şa xelas nabin dibe ku lewra nayên gotin Esmeralda, rista winda di wê şeva bêhîv da min barê hebûnê hilda eşq çû, êş bi min re ma *Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 20-22 **Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Remûzat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz