Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Mehmed

Osman Mehmed

2 görüntülenme 0 beğeni
Min ji çermê maran Ji reşeşîha bin sêdaran şevek çêkir û min dîsa li ber tehtên newalan danî Paşê li wê qurçika zerînî Bi tirseke kevakî Min Zêrka Zêra dî: şev tev kulmek agir bû Di wê dilketina Kevirk û kevirk Darik û darik Hêsirk û hêsirk de û barê fecrê mişt tenî bû Qirşikên ku te dan hev Tenêmana te ya li nav lepê tirsê Hawara te ya bi lerza gulekê û banga hirçê bi dengê pîra te Hemû bûn deqên mirina zû li eniya te Zêrka Zêra Min dev ji te berneda Eva piştiyê te Hemû hebûna te Dilkê dila

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Mehmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz