Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Mehmed

Osman Mehmed

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji bo Firat 1. Dîloka ku te diva Dilopek ji xwîna karxezalan û ji aciziya dara berû Rimekî nehejandî di şerê şervanan de Nabêjim wê dîlokê na Kesera dil narijêm bo du deriyan Ku dîsa vedibin li bindestiyan 2. Serê hestiyekî du hestiyan Bêhnpêketin li bêdemiyê û li paşila reş a kavilan Mîrûyan dibîne Hejîra Maran û keviran (ku bi hestiyan re xweş li hev dikin) Ji bêhna xwe dikeve Ji hejîrên xwe -yên kes wan naxwe Serê kortalekê du kortalan Rizîbûna dil -koçer, çima wiha diçî bêyî min? (ezman dawa xwe bi serê xwe dadike) 3. Dilê min dirize Bi her rêzika vegotina te re Li nav hestiyan li bin siya hejîra te Ez im difetisim Berî birize dilê te jî Here rûnê li Sinê Doşanê -li hember Dojehê û ji Anahîta re tu bistrê: Bi ser venebim nebînim şopa Mem Nebînim di tariyê de wê Roja Zer Ew kokel bim ew birc ew dukezî Bi Zîn li pey Mem -eynî wiha siwar liBozê Rewan Ji mij û moranê wê de kuştin e Kuştin e bi bêdengî bi şahî û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî -ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde Lê hetikîm ez hetikîm Dema li nîvê çolê sekinîm û min bi nav kirin hezar rewşên te Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî Mixabin min tu nedî bi çolê Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn û li ber derya tîbûnê Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re û min tu dîtî -li wir li ber serê wê hejîrê Weke xunaveke fetisî Bi dîloka qedîm re hino hino Kevzê bi wan digirt hestî û giyan xwe li kavilan ji bîr dikir Mîna gopalekî mabû Hejîra Maran Li destê reben î çiyan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Mehmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz