Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Mehmed

Osman Mehmed

2 görüntülenme 0 beğeni
vî asîmanî rakin ji ser min ewran û stêran be naxim bispêrin çawa ku çiqlek bişke tê de çawa ku mirin bixwaze sariya hesin biçêje bi serê zimên li birînê digerim ez da ez erdeke nû peyda bikim bêxem, bê şiyarî, bê asîman ha hingê -hinga baranên mirî ezê giyayekî zerişk î bînlêçikiyayî badim li gavên xwe bibezim, bibezim heta asîmanekî din bihûnim ji erda xwe re ya ji ber kuştinên mayî ha hingê -hinga ronî dikizire û ji bîna wê tarî dadiwerive ezê stêrên goştê min rizandî bireşînim ser û pif kim ewrên birîna min guvaştî berew sayiya nûhatî heta ku bi mirina xwe bihesim ji loma rakin ji ser min vî asîmanî nekevin taya heyv û hetavan zingara hêsinên qefesa zemên in ew ez ku neşuştî, siya darhejîrekî me li ser du çiqlên çepê û du çiqlên rastê hûn min dibin bê gotin di ber wê giryana kedî re

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Mehmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz