Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Mehmed

Osman Mehmed

2 görüntülenme 0 beğeni
gava kes li qeraxê şevê nema ez ê lê bim bi sirsirkên ku bêhtir li şevên kolan dizîn û stêrkên ku bi mirina xwe nahisin... ez ê lê bim eynî li wê derê ku kezî zuxirkî ne li wir û memik şahîk in ji bo bêhêviya şekirîn -ku ji ber xwîna heyamê ya tozgerên li heft qurçikên dil melkes in û toza li ser rû bi ezxulamtiya ba dixapînin- gava kes li qeraxê şevê nema ez ê lê bim lomeyan neke ey ba bi serê sin -ku baz û tavê li yek hêlînê dicivîne- ez ê ji tefîna du dengên li kêleka rû bizabim û xencera ku destê xwe ji gulê şûştiye: ku agir e û ji zû ve li vir e şeveke agirê daran û esreke xweliya hestiyan... tu nebêje heke şev li xwe mikur nehat û negot: bejna min ne tak rîhana li ber şekan e û hew gidî gidyano... ne wek berê ye mana min a li çol û beyar û kavilan li nik havîn û dest û keviran. ji ser xwe birin sawa min kevanê keman û dizên evînê aax, û jerg û dilê min du awir in, du kêl û xwe li ava Bûnisrayê mehr kirine!.. û neke mitale tu ey tav ku te dît kesek nîne li şevê tu bizanî bêyî piştiyê hawarê ez ê lê bim! û ez ê li erbaneyê xim heta ku şev hebe û derwêşê roniyê... - bi erbaneya ku min ji destên wî girtiye... (derwêş li hemû qudb û qesrên dil bû û ronî ji evînên rûterikî re mexel hingî; gava ew pevçûna hefsed aliyên dilekî fetisî ji delavê birîna xencer û şûr dirijiya û li xwîna di laş de -ya kokelên nû- dihate xezebê) gava kes li qeraxê şevê nema ez ê lê bim tu were... _____________ gulûcinûkavil, weşanên avesta, 2002, stenbol

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Mehmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz