Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Mehmed

Osman Mehmed

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji kavilê min Ji baweriya min Berxikên zarokatiyê Pê li hişê min kirin û çûn Zurçik li dil şîn hatibûn Dil -sor kavil- Li guherê Bi rê ve diçûn niha şivanên li pêçekê hê -nobedarên her dem ên qesr û gulê Min ê birêveçûna xwe bidîta Ji serê memikê ta bi toza eşqê Eger li şiyariyê bama Weke şivanekî -heta bi şevan û şînan- Li erzêla lêvan çiya ye hemû cîhan çiya û çivîk in hemû sibeh Li ber serê gulekê Guleke ku nû dize Guleke ku bi rê ve diçe Gulek e dikeve çiya naheje (xew gur e giyan bê gor Li ber siyeke wek a gulê Xeniqand berxikê min Awirên tava heyvê Tagirtina şivên Dil berx e axx Hemû zarok li şînê!) Min gul maç dikir bi nobe Qesra ku yar lê duderî Gulê ez disotim bi bêçareyi -deriyê qublet ji bo birindarên gulê... Tu di deriyê bakur ve were ey sirra gulê! Ey gul! Tu xencerê bi xwe re bîne û di deriyê tarîxan ve were Bo kuştinê. Nobedariya qesrê bi pelê te ve xwîn e Yara li qesrê perî ye cin e!! Di qubaleyekê de Sûretê çavan Esîr Di yeke din de Kabên zarokatiyê Tarî şîn e li hemû pirpirînekên mizgîniyê Cesed li ber roniya pencereyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Mehmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz