Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Osman Mehmed

Osman Mehmed

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu û newal tevîhev dibûn Tu û kavil bi ser xwîna min de gêr dibûn û tu baş dizanî ji dûrayî: Li Girê leh hewayeke xweş bû Hênikayiyeke dilhisisên bû li sinê tavê Ewrên gozelli guhera tozê Li ser bejna zirav a diyarê çêrê Tu û guher Ku hûn ji siya sin dûr diketin Ez û tav Ku me sûretê bèrbangê li soringê didanî Ewr û toz Ku bayê Niha wan li hev dizîzikand Ez û tu Awirên me li şikefta Berehînê Gavên me yên berepaşkî li latê -li hêlîna xewê... Em li Keleha Qeretajdînê û te hilma xwe bi meşa hespê kulek Ji ser dîroka qulibtî radikir Ber bi du qurmikan dianî (Ew hejîra berrî jî heye Ku nema ditirse Ne ji xwendina kewê Ne jî ji mitaleya pepûkê)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Osman Mehmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz