Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lal Laleş

Lal Laleş

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîmena erka eşqê li tebeqeya eşqê ya yekemîn Awêneya dengê şoreşê li tebeqeya eşqê ya duyemîn Pelandina lêvan, êvaran, mayînên li bêwaran Li tebeqeya eşqê ya sêyemîn Tahma gulê ey hawara min a pir bikulê Li tebeqeya eşqê ya çaremîn Bêhna rihana hêwana pêjnê, dilsozî Li tebeqeya pêncemîn MA.û.MA Berik nagirin tumên xemûbên çolbeyarên rojhilat Terşên feylesofan bi kalîn dikevin Li dirêjahiya gola Hezarê Devê min dikeve hev li ber bedewbûna te lê lê yar Qidûmê min dişikê ku tu tune bî lî vî warî lêlê xezal Hebûna min Di nava tunebûna çemçirayê çiyê de ye delal Nazenînê, lêvxayinê, şevşêrînê Mahkûmê birînên me li mehkemeyan Eşqa te dikare welatekî mehkûm şîr bide Tu dûmana dilê xwe bigihîjînî erşê xwedê Bila bi vagon bin, Bila bi dû welatê eşqê kevin keçên dinyê Tu hela hilma xwe bi şiva tirênê bikî ji dînîtiya janê re Lema rezê evînên, şemamoka bîstanê semayê Mahkumê birînê me li mehkemeyan Bi cihenema tehma devê te kirî Zilindar, Gul û êvar Qirpikên te diteqin di nava çavên eşqê de Weke devançeya çardehderb Kewa ku nêzîkayî kiriye li kêmînê Mahkûmê birînên me li mehkemeyan Giyanê te li paş deriyê dûbask Bi çarpiya digere li erdnigariya tunebûnê Derdeserî û stuxwarî Her koncai di destê te de dibe sarincên zexma keleha Hezaz, hezkirina me ya cergebaz Her gir di destê te de dibe serhildanên sê serî Fedihandin, hetîketî kê dît? Hinara zivistanê, mayendeya sebrê Mahkûmê birînên me li mehkemeyan çavên xwe derxîne, biavêje cehenemê şûna wan mekteba eşqê vegirîne Bila zarokên bêhawe li bexçeyê wê Nîvro bazdin ser machbeht Rayê bike kul û bi dile xwe de biteqîne Nên simbilên çavnebariya te hene Hine bike destê xwe û biskên heftrinda Ez ê bêfedî bêjim bi togekê re zewicî me Psîka min a helalcan Kumê birînên me li mehkemeyan Ez erjengiya şêwrê me sergerden û gêjê bêwextiyê me Herdu guhên xwe dikim keştiyên serxweş Bera didim behra evînê dimînim li zemînê Evîndarên eşqê bi keştiyên şerqê Ji evîndarên behrê re Sûretê lûtkeyên evînê dişînin Sûretê stûxwarên xûypakiyê dişînin Keştiya nûh hew di wechê te de binavî nabe Erê tu yî lûtke, Xûypakî hunera ebrûyê wechê te ye Defa dilê min erbaneya qesîda te ye Mahkûmê birînên me li mehkemeya

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lal Laleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz