Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lal Laleş

Lal Laleş

2 görüntülenme 0 beğeni
Tefiya ar şikest şoreş Miriyê awêneya bobelatê; qîrîn ramûsan Keftarê sebra şoreşê, cîncoq cîncoqî Çûn û nehatinên cehzerên tekebend Kumêtên eşqê me tûj ajotin binxetê Bû lehiya şûr bajar Şetê Ferat bi şepleyên serhildêr hatin xezebê Em bûn nefiyên zereşîn di ber siwarê îblîs de Av gewimî li beriyan xîret vekişiya çiyan Felişî mohr betilî mehîn Lalijî xewneke xilxilî yekser Baranê venekir ba xwê û ar bar kir Xişma gewde û giyan hezkirin û helbest e Rêlê rê da me çirûskên eşqê hesteyê xwe Me piling qelihand li çiyayên cûn xwîna Pilingan peyvên me daqurtandin me çû daristanan firk kir Bo agirê birkên bêrîkirinê Û me xwe bo jiyan û hebûneke nû amade kir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lal Laleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz