Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lal Laleş

Lal Laleş

2 görüntülenme 0 beğeni
1- Heft kulên kemînê, heft milên şamdanka diltepînê Bi ser serê qûça gura ve dixwînin destana xwînê Dixurice stêrkên şeş perîk ser serê hêrsimên evînê. 2- tizbiya me qetiya li şahdamara rojhilatê... 3-zêmarên evîna mûsa dinehwirînin mirî Axx! Qebûl nake tu miriyan xaka bedewî Bigerînin wan sûk bi sûk hukmê nîvê şevê bi dizî. 4- hibr û hûring bila kêm nebe ji ser serê jihevhezkirinê... 5- şehweta Ester rizand quflika dergeha hêsîriyê Rakir xêliya fetha heft welatê ji werza evînê Xuyabû yên xuyanedibûn ji qewlê şevînê 6- konê me li çolê ma, heft rojên me jî .. 7- dîrok, cahda mahr û jinê ye Pela hejîrê, stareya xwîna ku rijiyaye erdê ye Coşa septê, nalîna haham û bîşengê ye 8- neh mûcîzeyên mûsa hebin, hezar û şevek fenê firewn hene... 9-diperpite dilê mewîjok li ser ruhê jaleya çiyê Li qibleya axirzemanê ji sûretê mêr diwelide şeytan Herdu çav, dîjle û ferat diherikin dûr û sebat 10- keşfa rastiyê dikuje feqîriya eşqê...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lal Laleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz