Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lal Laleş

Lal Laleş

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji ber kufrê şerabê vedixwin bi nikulê hibrê Kirasgewr Hûn ji riya heyatê Ji sûretên dergehê pirmifte hez bikin Bixemilînindaristan û şevan bi çirayên şad Bireqisin! Ava bikin qesran bi berên qebristanan Berwarî roja li odeya we hiltê bibin Ku zarokan dev avêt tawis Êrîşkaran xêzika filehan gerand li dora laleşê Hûn hemû tawisparêz Bi kerba kerbelaya salê şivê rakin li tiribêlka kirîbatiyê, li rima rojhilat Di rojên giran de koç bikin Zerîfexaneyên çiyayên şengalê Sindoqa merhemetê vekin, şahid rakin zumrudên ariya êr Minare bi ser serê me de xera bû! Kirasgewr ji bîr nakin, Bi tenê efû dikin! Birayên rojhilat! Kirasgewr bi deq û dilqê xwe dikin Kirasgewr bi kefenê kevokên ber kêra we dikin Kirasgewr bi ava ku Agirê dilê tifika rojhilat ditefîne dikin Kirasgewr bi çerxa ku eşqa dilê tawis dihilîne dikin Dêr bi ser serê me de xera bû... Kirasgewr ji bîr nakin bi tenê efû dikin! Birayên rojava! Evîndar, Namînin li ber deriyê kewnê Mifteya herî bi hibr e zimanê şêrê çekdar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lal Laleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz