Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lal Laleş

Lal Laleş

2 görüntülenme 0 beğeni
Kulmeke ax ji çavên vekirî re welat Guleke azad ji dilên girtî re mifte Ne zêde ye ne zêde... Hedla Ka qedera gêrgêrîkê, girêza devê pilo Qe nebû xewlebûna xwe Beriya tu dûrtir bikevî ji min re bike qûç Li awêneyên çola nepen Rewrewk bi pehîna bi kela sozan dikeve Dara xurmê nabe talde Ji xeyalên berdûşê hundirê zulma min re. Taseke şerbet j i dil birijîne dilê bikul Sî bi şeytanoka re diqîre, find tund dibişire ji dil Digeşe, dicoşe, dişewite kêlî Dikumuşe bedena kirasên keskesor Rêşiyên hermelên hudûdên xesteyar Binkirasê xilmaşîbûyînê Bi kund re difirin Rex bêyomiya bikelmuzon, nava nifirên rom Buxur, şûr û kûrekûr Wext, serwext û kom û kuflet Hêsîr dikeve destê derfetên dûnde Ez şerûd im çiyayên xwe vedidizim ji mehkumtiya te Tu li mehkemeyên şeydayan Dîltiya axê mehkumî mirinê dikî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lal Laleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz