Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lal Laleş

Lal Laleş

2 görüntülenme 0 beğeni
I keştiya mirûztirş, reş reşbelek bi dûr ket Ji kendava merseleyan Bi dûr ket zerya ji geremola bi mij û dûman Kazîna bayê babirkên bawî Qet îcazet neda medresa ulmê lêvan nebû melayê duwazde ulman çav li girava huzna perîzadeyan Xeliya rûçalên doza zeryaya hundirîn, qahwa tahl Xitim dike gewriya bibirîn lavlavkên mor ên bi bext ên bi rext Dirêjî dawên feqiyan dibin li rukala avçiruskan Dilerizin hucreyên bihevşabûnê Bi qolincên noqbûna gulenîsanên sosret Temisî! Fanosa şevreşa zeryaya derewîn, temisî! Serperî û zeryavan di huznên avgonê de fetisî heyfû xebînet e! Wawîkan wesîqeyên eşqa xweşiyarxwarin li kelat û geliyan Ey yara hebirmana sindoqa eşqê Qaçaxa salnameya reşêşkê Fanosa min tu li ku yî? Were em tiliya xwe di qula evînê de rakin I I kujerê cûnkewê û êşên min dihatin ricimandin Te yê jî riya xwe bi dewsa kuştina cûnkewê bixista Te yê jî ji paxila xwe ya aram Kevirek bavêta bexçê gunehan Te melkeb da ser kula gulavîn Te da dû teyrê zemanê ber ava şîn Tu çû! I I meytê cûnkewê ma li hinda gola xezalên xezebê Nebûn xwedîfêriz li royarên tîrmehan Bêhna kilamên kizûrî bû sirûda êşan, bû xofgeh "wele yabo ez meyt im, bêxwedî me Wele yabo gelê min ji ber bêhna min bi fedî ye... " Tu çû bi lokê kêş! Min jî kevirin avêtin şûna cesêt bi cesaret Yek bo min, yek bo te, yek bo cûnkewê, yek bo.... Dergûşa melkemot tije kevir e, a kujêr tije qetl e. Eyarê te tije ka, ê min tije ta ye ji ber çûna te ya xeter Tu çû bi lokê kêş warê çîlekêş. Ey yara berbuya daweta cinên girêbîrê beybûna newala nêçîrê çavşîrikê tu li ku yî? Were em xweliya mirinê bi serê xwe dakin. III Arûzeyên qebhetpêdehatî Bi dû çûyîna te re xaxa li hev dikin Xewnên xewa alûleya evîna te namûsa hev dibin pêncperan Hechecîkên nuh ji hecêhatî Bi peyva "ev çi gosilmet hat serê me" difişirin Nîjdevan beriya bi dû te bikevin dimirin Lêvên tifinga mohrkirî tu fermana naxwînin Ey yara remza îlahî ya herî aldar Sîng û berê zinarên sersar Têkçûyîna tevzînoka sawdar şikara min tu li ku yî? Were em lingên xwe di avê de dakin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lal Laleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz