Radihêje
Destmala ku Kawa bi xwêdana zereşîn
Li her çar aliyê wê “hezkirin”nivîsîbû
Hêdî hêdî vedike Dehaq
Di cih de dibe senem
Kawa, riya xwe digire dihere
Cem canxwirê ku li koyekî din
çirivîtkan davêje ligel mûsîkiya tajangî
Dehaq de tu daqurtîne
Qedera mirovan a li eniya esmanê ruhxur
Kawayê Hesinkar,
Destmala xwe dîsan dineqişîne
Ka wa ne mir ne mir ka wA
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)