Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jîr Jan Amedî

Jîr Jan Amedî

2 görüntülenme 0 beğeni
31/05/2016 xwedêgiravî em hemû benîadem in de werin ji min bipirsin min çend lat û ûzza kuştin û çend hêvî xav hiştin her yek ji van zaliman taxûtên xwe xistine paxilan laşên wan min daye ber teyran li van çolan pel bi pel şerm ji rûyê mirovan diçirin li ser vê mêrga hêşîn pêl bi pêl bi pê dikevin feryad û fîxan û şîn li ser pêplûkên derenceyeke derîzî nigên min dilerizin li payeya nikla pêdiviyê bi hisabê Ebcedê jiyana bavê xwe dijmêrim di dûkela kelekela dilekî germ de dibim dilopeke krîstalî û dikelim di asîmanekî çîk-sayî de dikevim mabeyna ewrên du çavan di navbera pênûs û kaxizê hevrîşim de dihelim hêviya dinexşînim li ber vê taveheyvê wek bizrê şadanekê hilû û zuwa tu şahiyek di bîra min de nexuya li benda çengek ax û firek av im her tişt di keviya mêjiyê min de dişemite herfa dîdoka min lê bikeve dişewite tiliyên newêrek di çavên koran de ne cihê lepê min lê keve dikemite piling bi tenê hildibezin? nizanim di navbera riya reş û qotê xwerû de refek reşêle difirin diranê min ên kursî jî êdî dikurisin ev çi xem in li ser xeyalên min dimexelin xameyên kambax revandî ne taqet ji tirsan re xwe ditewîne bawerî li ber pirsên bêbersiv çokên xwe dişikêne her axînek lingekî dixirîne aram birînên xwe dikewîne aaax mêrxasiya kalan e belayan dixwurîne ger vê şevê bikariba hema qasekê baskekî bida min ezê jî biketima nava refên van balindeyan li pey siya xwe bi dûrî ve bifiriyama xwe di kefiya vê lêvê de bipêçama û di keviya vî çemî de biçûma biçûma... destê bavê min li pişta min e li Binxetê hezar sînor bikevin navbera me dîsa li Binxetê sed sal derbas bibin dîsa jî li Binxetê xwe dilibitîne dibe - tîne lê dawî nîne her tişt mîna marê nîvkuştî bêhal û bêpergal dimîne mirin xwe dikuje di mejiyê min ê har de tepink xwînê dibarînin li ser laşê min ê sar bextê me reş hatiye nivisîn erd nahezimîne ezman me dixapîne ji me re gavên lehzê vajî ne axx em ewqas ji hev veqetîne benik gihiştiye movikê tariyê xwe givaştiye ser me me xem bar kir êş bar kir jan bar kir jahr li ser me barî dilo tu çiqas bi şewat û ar î vê şevê ez diçim xof dicemide li ber vî çemî rêwiyê bêwariyê me gema sibê di destê kê de ye kî dizane? di mejiyê min de xişexişa lodên pirsan e loqên vala danoqê qirikê bûne dixwazim xwe binoqînim deryayên zîvîn tê de dîlîtiya gelekî bindest bifetisînim wêran berik e di navbera birayan de xwe bi asîmanê riziyayi ve pêçane pir û pêbazan herifandine pêbendên çokan qetiyane rêça koviyan li ser şopa wan e di kefa destê min de bêkesî xuya ye yek li ezmên dinêre ka xwediyê vê hilmê kî ye yê din bi hesreta keziyê zer terikiye li ser vê axê dûxan şerm dike ji kiryarên xwe û dihovîne nalîna dayikan di bêdengiyê de dilorîne çiqas diçim kelewaca şevê zêde dibe tirsa kame li çavên van tepavan dikeve têhniyê paniyeke kûr daxistiye van pawanan çi bikim ji min dûr dikeve sitêrka bakurî ji kurrîtî naxuye nahewirin rawirên hinavên min bi şûjinan demarên min dikolin nêrenga risas berdane mêjiyê şevê mişexureke bêdeng di nêv dirûşma vê tariyê de heye û şev ji vê razmendiyê razî ye hêrs û kîna min nepixî ne bi vê temeziya qirêjî min nenixumîne şevê kapê min diz didêrîne mîr miriye vê şevê qêrîn û hewarê ez gêj kirim zirinca helandî berdin guhê min hêj kesî gotina xwe negotiye karê kî xerabî ye ka şevê nigê kî şikandiye? barê giran li ser pişta wan bi çaplûkan xwe gihandine qadên bajaran “dê weledê xwe diavêje” destê xwe bavêjim dawa kê pêsîra xwe diqetîne û singa xwe bi sincên tûj diqusîne mafir xew para xema ye îşev qurtek qurî qurbana qirika qurixê be qurtekê berdim qirika xwe ya wahjî ger xwediyê vê şevê tu bî dizanim karê te nîne dibe ku vê bêkesiya min a sêwî bêxwedî nemîne dizanim tu xwe bi tirs û şermê min mijûl nakî ger te bertîl bixwara ji vî çemî bêtir xwîna me rijiya li vî welatê rijî û tazî bi tiqûtenê ez heme ger deynekî te li ser me hebe ez sermiyanê te me ya manend û tîmsalê dadê bi êgir neşewitîn ev Ekradê Qedîm ma qey tu nizanî tu zimanê wan jê bikî rondikên Brahîmî Firat e wê gurtir bi ser te de biê ey keyserê bêjeyên bijartiyan xwediyê vê bêdengiyê bixwe qey ne tu yî tiliya min di çavên çavnebaran de qurufiye dengê hebûna tunebûna xortekî ye ku di nifirê dayîka wî de qumitiye êş û kederê pal dane serê girtiye deriyê şeveqê dilê xam di nava kulên xame de bê cîh û bê war in her aliyê min çar par in van xayînan goştê canê min xwarin li dû qolinca xewnên bêxew bêxem jar diarin bêsûd bi parsekiya fireke jahrê ketime bi ser êlinda berbanga xwe ve berdim “piştî tengasiya firehî ye” ewê tarî bikeve sijda rojê kî reng dabe vê demjimêrê xwediyê vê nefesê ew bi xwe ye ku li patika sitûyê min rûniştiye hilme mîna xencerê tûj in tîrên çavan weke şûr in wêrekiya min dikujin şev kor e devejenga şevkoriyan e tê guhê min seqî û xizmetkarê xerabiya ye tarî ne cihê mêran e ji dexes û newêrekan re war e taristan di nixuman de disitirin xizan û nezan perestgeha zanyariyê germiya rastiyê ye ey ronahî rûyê xerabî û nezaniyê reş bike tu yî mefera xelasiya me hêvî hewce û siparteyên te ne ji rêwiyan re helbestekê bi dest û pê bike weke ku hewrikê nan bifirikîn ser sêniyê di taseke sipî de heyv dibiriqe tariyê dengê bilûra şivanekî tê ji dûriyê di nava kulavê şivanê bê kerî de wenda me xwîna min li çend peyvên kelegermî dikele ev bêhna kevz û gulfê ye berê min daye vê xwêdana eniya min û ez dikşînim deryayên dagirker li pişta dîroka xûz im min diêşînin dayê dilê xwe li ber bayê ji hayê qetandiye û têm ey ronahiya delal bi hesreta te em lal man ji bêdengiya van çiyayan bişiqite bijangên xwe yên newaze kil bike û xwe bixemlîne vê şeveqê ji şivakê xwe berde nava şikefta sar û tarî fermo sifre xemiliye û qûtê vî êtîmî qîma me he ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jîr Jan Amedî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz