Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jîr Jan Amedî

Jîr Jan Amedî

2 görüntülenme 0 beğeni
jiyan bilêta birrîtî ye di berîka min de berê xwe didim kû derê hemû rê têne te bi tenê her rêwîtiyekê zimanekî xwînî dirêje ser riyan bêkesiyekî bi xwe re dibe tenêtiyekî tîne şanê fikran di mêjiyên stewr de dixesîne mirovan li welatan kor û bê gopal digerîne ger çavên xerîbiyê hebûna di nêv ewqas kêf û eşqê de nedikete parsa tirsan di şivakê bê sipartek û sar de venedişart pêçîkên kesî jê nedibûn di qulikên tarî yên bêar de balafir vala nedifiriyan ewê zimanê dayîka min bibirina dê bibarandina ser eyba welatan camê otobêzan hênik in hişên mirovan şiyar dikin min bi çavên serê xwe dît kes zêdeyî xeyalên xwe mezin nabit di binê bijangên xwe de gefan dihêrim bi xewên şemitî li riyên ziftkirî dinêrim caman bi hilma xwe dikewînim bi nûn û lamê kim hemû sozên dabûme te di nava pirtûka pelsipî de bi tiliyên jêkirî diveşêrim hêviyan bar dikim welatên dûr xirexira guhê min ji dengê hesinên riziyayî xirpîna rêwiyên razayî ziqeziqa amortêsên teqiyayî zirîna motorên betilandî û xerabûyî nikarim xwe bigehînim ferîştehên li dora min badayî di mejiyê min ê rewan de saro-germo ne raman bişkokeke din jî dişkêne şeveq telaqekî din davêje şev ji tariyê xedr û kîna wan ji hev tune ye em hemû dizanin ronî bi rojê mehrkirî ye gef dişiqitin kefa destê min kulma xwe dişidînim û dîsa sûretê Weddûha bi qirika ziwa li ser lêvên min qewlê rastiyê li ser jiyana “welel axîretû xeyrû leke min-el ûla” * lewra la hewle wela lewma ez îro sêwî û bêxwedî ji jînê xêrnedîtî bi hesret û keder li ser pişta rewanê qemer bi mayînekê kuştî me “elem yecîd ke yetîmen fe awa”* qey tu mezin nebûyî bi her awa awaz û qêrîna min li ser riyên qîrkirî di binê tekerên van otobêzan de dihinciqin û bêdeng diqîrin xwediyê bêxwediyan çima feqîr tim heqîr in li sixêfê min nenêrin bêlome ew nelê ne xewa min a vê sibê jî nelê ye li rojavayê bakurê vê parastgehê tiqûtenê ez û serê xwe yê nermik li qata ezmanê yekemîn ê hişê xwe ne berejor bilind dibim ber bi tenêtiya dîlekî serhişk ve ji şopên copê van dagirkerên faşîst azad dikim xwedê dizane ne ji rik û eksa van be wê mirina min bi destê min be

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jîr Jan Amedî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz