Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jîr Jan Amedî

Jîr Jan Amedî

2 görüntülenme 0 beğeni
"ger evîn tune be helbest jî tuneye û gotin bi tenêye" ne ji te be pênûs şikestî mêjî hestî dil mestiye rêwiyên rêyên dûr bi heqîb û şelbikê vala bi dilên kûr û nêrînên hurin çavên te û hêstirên jê tên kûr birîn vekirîne li nav diyarên dilê min dilê min bi sedan êşa tarûmar bi hezar kulan xwe lê danîne çavnebar koremar karwan dil bi qêrîn bi gazin û gazîn hawar dike evîn Ji welatan derman anîne lê tebat nîne hawar tîne evîn hawar ji çolan hawar bi zimanê bav û kalan ka were cana min dermana dil evîna min bihuşta rengîn xewna min tu tîn ne wek germiya çavê te ye tîrek berde nav dil ji bertalên birûyên belek negre çavên bi kil nezerek li min ke carek dû re li kezebê xe kêrek rê dûr im bi heqîba vala şelbikê şikestî û bi dilê kûr im

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jîr Jan Amedî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz