her kes di kozika xwe de
bi sibê ve mijûl e
roj li poxanan kambax
sitûxwar
tirsonek û melûl e
kî çi dibêje bila bêje rastî ev e ya tazî şev e ji aliyekî ve birînan dikewîne
ji aliyekî ve xewnan dixemilîne
di çavên min de xew digewire lê xemê diranê xwe tûj kirine wê ji min diqewirîne
ax û çi ax
hezar ax nake çengek ax
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Jîr Jan Amedî şiirlerine dön