Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jîr Jan Amedî

Jîr Jan Amedî

2 görüntülenme 0 beğeni
li kolanên vî bajarî rû li ber girî eniya çavê wî ji kulên kûr û derdên bê derman qermiçî zilamek xuya bû zeman bê fedî wî avêti bû dûr Wek şêrek kedî qefes li dilê wî diçirî... aliyek çavê wî li erdê dinêrî aliyê din dîrok dianî ji Selheddîn eniya giyana wî diveşart xal û xet û kûrt û kêrt ... min nihêrt ev kûrbûn tê ji esalet bi vî halî min bang lê kir; “mam o ev çi derd e û ev çi sefalet” fam fedî kir serê xwe da ber xwe xwest pişt bide me dema dûr bikeve zeman bêhna xweliyê li ser alav kir got: "law o te çima derdê min vekir bila jiyan tune be a ne serbixwe!" fam fedî kir bi fêm re Mam fedî kir dem tunebûn afirand ewr û ezman kevirê kolanan avên newalan dil kirin zaferan ax fedî kir “tu dizanî mam o xelasbûn be ger çûyîna te fermo her ji xwe re biger...” Sekinî û bi awayek vala li min nihêrî... “law o tu çi dixwazî here bijî bi serfirazî” tarî hat dilê me û bû êvar mamê kal kir hewar... ewr fedî kir çavê wî tarî kir û mam devê dilê xwe vekir “bese êdî min kuşt ev derd” hat aliyê min ê rastê xwe bi ser min de xwar kir û dest pê kir... “law o ez axa yê heft gunda mala min a mezin tu car xalî nedima ji heval û mêvana” gotin bibin “qoricî” mal û dilê min şewitandin van kunda gotina bav û kala me xwest jiyan bi xîret neviyê mala Zal a ne dibû ji bîr bikin ev şîret” ji dil hat bijangê wek ta kî baran dilopek nan di mal de tune gepek ne heval ne dost ne kesek nema parsûyek li ber sîngê... bûka min nayê mal heya nîvê şevê qîza min qot û rût ne xeme ji wan re ev kal... newêrim bigerînim vê lêvê ne anîn serê me frans, İngîliz û Rûs ma law qey ne şerme ji dest çû rûmet û namûs... mala meya mezin ev payitext nîşan bû ji me re ji roja teng re serwext lê dinêrim ji çar alî dibezin Ji bo bînin xwarê xîret ji ser text van zaliman her roj me dikujin me bi saxî dixin gorê ev bêbext...” êdî dereng bû şev ji bo rojek din me peyman da hev me xatir xwest min avêt destê wî dest bi lêvên paqij maç kir wî jî eniya min sertac kir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jîr Jan Amedî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz