Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jîr Jan Amedî

Jîr Jan Amedî

2 görüntülenme 0 beğeni
Kevana şikestî tîr berdaye dil Ji bo çavê xezalek ser daye dil Xwîna sor niqutî ji pelê gulê Ji baskê xwe birîndar e bilbil Bisk û xal ketine tayê li ber bayê Ji awirên tûj xewa çû êdî nayê Perişan û melûl e ji kulên gulê Bi daxa dilê jar evîndar e bilbil Tu barê xwe giran dikî bi vê hewayê Mora Silêman û Xizneyên Bexdayê Çol û çiya şîn bûne welat rêlên gulê Li gulîstana bindest zarîndar e bilbil Bilbilê azad im çi bikim bi text û serayê Ev bêbext min dîn kir berdam dinyayê Bûma pêtiyek biketima dilê gulê Ji kezeba peritî diqîre, axîndar e bilbil

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jîr Jan Amedî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz