Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Gulîzer

Gulîzer

2 görüntülenme 0 beğeni
Porê min ê tî Diqurufe hêdî hêdî Diricife Berî ku satilcanî nebûye Were Aniha wê ji hesretan bibe sosret Xwezî Xwezî min carek din jî Keziyên xwe bi barana tiliyên te av bidana Xewnên porê min Li ser balîfa şevê Ta digrin her şev Dikevin tatêla nehatina te Bê netewe Bê nasname dimînin her şev Diheyirim Wan çawa bihewînim Bi kîjan bayê ve girêdim Bi kîjan bengulîkê bi rê kim Xwezî Xwezî careke din jî Te serê xew(n)ê daniya ser guliyên min Dema ku têlên porên birîndar Kul û keserên xwe Ji tiliyên te re vedikir şûrekî fermî Ew kêlikên xwedayî diherimand çilçaviyên keziyên min Bi girî ve dikir Tiliyên te yên hunermend Di nav bihara porê min de Serjêkirî diman Porê min dibû dareke ji darên qebhetan Deh seriyên jêkirî Pê ve daleqandî Derî bi derî digerandin ji bo şîretan çil roj piştî şînê Dîsa qêrîn bi dengê wî yê bêar diket Were Were Xweziyan Bineqîne ji nav keziyan Were Li ser hespekî hêç Bayê li dû xwe bihêle Were Por bike qada reqsê Li ser govendê bigerîne Were Tiliyên xwe bike şûrên şamê Porê min têl bi têl talan bike Were Bila porkura vî bajarî ez bim Were

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Gulîzer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz