Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Gulîzer

Gulîzer

2 görüntülenme 0 beğeni
1- Bi tîpekê dûrî jan ê ye 2- Zimanê wê qedexe ye ji dilê wê re Pira di nava dil û zimanê wê de şikestî ye 3- Her qermîçokek rûyê wê xwedîyê çîrokeke dilşewat e 4- Hertim du dilop hêsir dibin şirîkên kenên wê 5- Cênîkên wê nobedaran xwedî dikin, ji bo kontrola çavên wê 6- Tim bi stûxwarîya dîya heft qîzan dijî 7- Ji bo girêbidin zimanê porê wê, dolbendekê avêtine serê wê 8- Ji kerba dilê xwe yê parçebûyî re bi ta û derzîyê re bûye heval, kêlan diavêje navbera xeyal û jîyanê 9- Gava dizewice evîna xwe dike kûzekî û dihere ber derê mala zavê Tevlî wê evîna qaçax a di dil de nikare têkeve hundir Ji ber ku çavên wê bar nabe ji kesê re jî nahêle Li erdê dixe, parçe dike û gav diavêje dojeheke nû. 10- Meşa wê bi usûl kenê wê bi tore ye 11- Li ber destaran li rastîya jîyana xwe hay dibe Xeyalên xwe jî tê de hûr hûrî dike 12- Gava her serê sibê tenûrê dadide, ji bo li jîyanê bimîne, daxwazên xwe dike ardû û pê zikê zarokên xwe têr dike. 13- Jîyan ji destên wê yên qemer diherike, lê mêr jê re dibe hewî. Hewî devê felekê girê dide û wê li ber çavên jîyanê Reş dike.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Gulîzer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz