Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Gulîzer

Gulîzer

2 görüntülenme 0 beğeni
bi bêhna jiyaneke din nê û bi ser min de negrî. çavên min ji ber lehiyekê ji min re mane. hêsrên min têra şûştina şopên van kolanan nakin êdî nê, hesretên çolistana tiliyên min bi şopên xwe yên derewîn neherimîne. nê, jixwe lêvên te wek devên du meqesan e her bi min vedibin parçeyek ji dilê min hildiqetînin nê, xwe li bajaran dixînim sûretên te li ser rêyan radixim ji bo te jixwe biqetînim bê, bê û vê dûrbûnê ji ber min berhev bike wan ewrên, min ji bo danekî gazî wan kirine û hatine bûne mêvanên çar demsalan, biqewrîne ji derdora çavên min bê, serê min bûye dareke ji pirsan bê û vê darê bide ber birrekan ji te çêtir kujer nîn e, ji min re. bê, yê ku karibe xwedayan biafirîne rêya kuştina wan jî dizane bê, qesreke bêhempa bû, dilê min berî gava te ya ewil çawa bûye xaneke xerabe ya serpiştê bê û vê ecêbê temaşe bike nê. *ji pirtûka wê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Gulîzer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz