Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Gulîzer

Gulîzer

2 görüntülenme 0 beğeni
0 Li atmosfera dilê min Ji sedî bîst û yek bû 1 Payizeke bi hukum bû Pelên zer hîşt ji bo donzde me han Her pelek bû pêlek har Ameda Parîsa dilê min Bû payiza emrê min 2 Agirekî dêmanî bû, ne koçerî Wextê min li stranan guhdarî dikir `And you don`t know how l wish you were here` Ne dibû sebrik Sewatên niştecîh bi bayên biyanî hênik nedibûn `Xirabo weleh tu xirabî bileh tu xirabî bi sonda mele û şêxan tu xirab î te çawa kir terha min keçikê, min kevokê...` 3 Wek kirasekî heram bû Ez jî kevanî Min evîna wî sê caran bi xweliya sor dişuşt Hîna bi ser xwe de dikir 4 Zarokekî lalûte bû Sê zimanan xwe daliqand li vî bajarî Her tîpekê stêrkek dikir ruhstînê xwe Ferheng dihatin şewitandin li ser bircan Evîneke bêpeyv û bêdeng bû û du pandomîmên hêja afirand ji me 5 Evîna wî ji nexweşiya hemofîlî bû Wextê ku brîna dil der dibû Êdî xwîn nedisekinî Bi dermanan 6 Bextewariya me wek otobozên şîn bûn Ên ku di ber mala me re derbas dibûn Em her tim bi du gavan dereng diman 7 Evin azmûnek bû Sê xeletî dibûn qelendê rastiyekê Ew bersiva rast bû Dibû berdêliya xeletiyê 8 Ji xeletiyên xwedawendan yek jî Evina me ye Bi nezanî Ruhek bera du laşan da ne Heta li xwe hay bibin û lêborinê bixwazin Em ê weha nivco bigerin Bêyî hev 9 Evîndareke tûyê ya reş bû ji daran Li hewşa mala me bû Ne li der û doran Em li dûr li hev digeriyan Me hevdu nedidît wek koran

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Gulîzer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz